Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu: Kîjan Berbijar Bibe Serok Bo Têkiliyên Baş Emê Nêzîkbûnek Dilpak Bişopîn in"


Serok Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu îro Yekşemê ragihand ku Tirkîyê bi rêvebirîyên Demokrat û Komarîyan re wekhev xebitîne û zehmetîyên herdu alîyan jî derbas kirine. Çavuşoglu got "Bêguman her kîjan berbijar li Amerîka serokatiyê qezenc bike jî, emê nêzîkatîyek dilpak bişopînin da ku têkiliyên xwe baştir bikin".

Wezîr Çavuşoglu di dema ku berbijarê Demokrat Joe Biden, li eyaleta biryarder Georgia bi ferqeke pir hindik li pêşîya serok Donald Trump bû û jimartina dengan berdewam dikir axivî.

Washington jiber kirîna sîstemên parastina mûşekên S-400 yên Rûsya, Tirkîyê bi sizayan tehdît dikir, lê rêveberîya Trump heya niha ji ragihandina sizayan li dij Tirkiyê dûr sekinî ye.

Çavuşoglu got "Bêguman, bandora kesan, bi rengê erênî û neyînî heye. Dostanîya dilpak di navbera serok Trump û serokê me de, di demên herî dijwar de berdewam kir".

Ji alîyê din Ajansa Reutersê ragihand ku du karbidestên payebilind yên Tirkîyê roja Înêyê gotinin ku Tirkîyê amade ye ku her kî hilbijartina seroktîya Amerîka qezenc bike re, bixebite.

Ev daxuyanîya tevî hevaltîyek bi serok Donald Trump re ku di demên aloz de alîkarîya her du welatan kirîye, hat.

Hevkarîya bi dehan salan ya di navbera Tirkîyê û Amerîka yên hevalbendên NATO'yê de, di pênc salên borî de jiber nakokîyên li ser siyaseta Sûrîyê, têkilîyên nêz yên Enqereyê bi Moskowayê re, armancên wê yên li rojhilatê Deryaya Sipî, bi şêwazeke bêhempa tevlîhev derbaz bû.

Hevdem, tevgeriyana Amerîka dijî tawanbariyên bankek dewleta Tirk û binpêkirinên mafan li Tirkîyê peywendîyên her du welatan pirtir dijwar kirin.

Lêbelê, alîkarê payebilind yê Erdogan, Alîkarê Serok Fuat Oktay, got Enqere ji sizayan natirse.

Oktay ji televîzyona A Haber re got, ku şansê ti welatek, Amerîka jî tê de, nîne ku bê Tirkîyê an jî li derveyî Tirkîyê, li herêmê sîyaseteke, bernamyeke an siyasetek biyanî bimeşîne.

"Tirkîyê êdî welatek e ku ji sizayan hilweşe, an jê ditirse nîne. Dê toleyan biryara me û biryardarîya me bêtir zêde bike" Oktay got.

Pispor balê dikşînin ku heke Biden bibe serokê Amerîka dibe ku têkiliyên dualî yên Tirkîyê zararê bibîne ku nirxa dirava Tirk Lîraya wê jixwe li hember Dolar bi asteke rekorî daketîye, ewê pirtir dakeve.

XS
SM
MD
LG