Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Bersîva Rexneyên Amerîka ya Ser HAMASê Da


Serokê Buroya Sîyasî ya Hamasê Îsmaîl Hanîye û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan (Arşîv)

Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê bersîva daxuyanîya Wezareta Derve ya Amerîka ya ku ser HAMASê da û got ku Dewlata Tirk daxuyanîyê bi tevahî red dike.

“Tirkîyê daxuyanîya Amerîkayê ku sînoran derbaz kiriye (pîvanan binpe kiriye) bi tevahî red dike. HAMAS li Gazayê aktoreke bi rêka demokratîk hatiye hilbijartî ye û nûnertîya rastîyeke girîng ya berbiçav ya heremê dike. Navnîşan kirina nûnerên HAMASê wekî terorîstan wê alîkarîya aştî an aramîya herêmî neke,” di daxuyanîyê de hat gotin.

Bi daxuyanîyeke ku doh hate weşandin de, Washignton serokomarê Tirkîyê û serokê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya desthilatdar jiber hevdîtina bi du serokên Tevgera Berxwedana Îslamî ya Fîlîstînê (HAMAS) re ya di 22'ê Tebaxê de li Îstanbolê , bi tundî rexne kiribû.

“Mafê Amerîka tuneye ku li ser siyaseta welatên sêyan şîroveyan bike," wezaretê got.

"Piştî ku rêvebirîya Amerîka HAMASê wek komek terorîst destnîşan kir, ofîsa Rêxistina Rizgarîya Fîlîstînê (PLO) ya li Washingtonê girt, tê wateya ku karbidestên Amerîkî têkiliyên xwe yên bi Revebirîya Fîlîstînê re qut kirine û xwe ji rastîyên herêmî dûr xistine, “ di daxuyanîyê de bi berdewamî hat ragihandin.

Wezareta Tirkîyê di daxuyanîyê de bang li Amerîka kir ku bandora û hêza xwe ya herêmî jibo xizmetkirina berjewendiya Îsraîlê bi kar neyne, lê bi armanca çareserîyeke rast û adîlane ya şerê navbera Fîlîstîn û Îsraîlê polîtîkayên hevsengtir bişopîne.

HAMAS li Amerîka û Yekîtiya Ewrûpî wek “rêxistinek terorîst” tê nasîn.

Herwiha Wezareta Karê Derve ya Amerîka bi daxuyanîyeke nivîskî ya li ser malpera xwe de dîyar kir ku her du berpirsên HAMASê ku serokkomar Erdogan ji wan re maldarî kir di nava “Lîsetaya Terorîstên Gerdunî yên Taybet” de ne.

Di daxuyanîya Wezareta Karê Derve ya Amerîka de hat ragihand ku alîkarîya domdarî ya serokomar Erdogan ya jibo vê rêxistina terorîstî tenê ji dûrxistina Tirkîyê ya ji civaka navneteweyî re xizmet dike, zararê dide berjewendiyên gelê Fîlîstînê, û hewldanên gerdunî yên bo pêşîgirtina êrîşên terorîstî yên Gazayê têk dibe.

"Em dazanîna fîkarên xwe yên di derbarê têkilîya hikûmeta Tirkîyê ya bi HAMASê re di astên herî bilind de didomînin. Ev cara dudyan e ku Serokomar Erdogan di vê salê de seroktîya HAMASê pêşwaziyê Tirkîyê dike ku hevdîtina yekê di 1'ê Sibatê de pêk hatibû, " di daxuyanîyê de hat gotin.

Hejayê bîrxistinê ye ku serokê Buroya Sîyasî ya HAMASê Îsmaîl Hanîye û şandeya bi wî re di dawîya hefta borî serdana Tirkîyê kiribûn û 22’yê Tebaxê de li Stenbolê bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re civya bûn.

XS
SM
MD
LG