Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biryardana Doza Revandina CEO'ê Berê Yê Nissan'ê Carlos Ghosn li Tirkiyê


CEO’yê berê yê kompanîya Nissan
CEO’yê berê yê kompanîya Nissan

Dadgeheke Tirkîyê îro Çarşemê, yek rêvebirê kompanîya balafirara Tirk MNG Jet û du pîlot bi sedema alîkar bûne ku CEO’yê berê yê kompanîya Nissan’ê Carlos Ghosn ji Japonya bireve, bi cezayên zindanê mahkûm kir.

Dadgehê, bo her yek ji wan çar kesan jiber tawana qaçaxçîtîya koçberan biryara 2 sal û 4 meh cezaya zindankirinê da.

Du pîlotên din ku dihatin razindin bêtawan hatin dîtin û berat kirin.

Ghosn jiber tawanên dizî û bertîlê di 2018'an de li Japonya hatibû girtin ku wî sûcdarîyên dijî xwe red dikir.

Dema ku Ghosn di desteserkirina mal de li benda darizandina xwe bû, 2019'an de ji Japonya revîbû û ji ser Tirkîyê çûbû Lubnanê.

Rêvebireke ji kompanîya balafira taybet ya Tirk MNG Jet û çar pîlot di Rê bendana 2020'an de ku wan alikarîya Ghosn kirine ku revîya ye hatin girtin û bi tawana qaçaxçîtiya koçberan dijî wan doz hat vekirin.

5 welatîyên Tirkîyê di Tîrmehê de hatin berdan, lê doz berdewam kir.

Tevahîya wan kesana tawanên hemberî xwe red kirin.

Bûyera Ghosn pîşesaziya otomobîlê ya cîhanî de pirsgirêkên girîng derxist holê û nirxandina sîstema dadmendî ya Japonya zêde kir.


XS
SM
MD
LG