Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Peymanake Bi Misirê re Erênî Dibîne


Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu îro Çarşemê dîyar kir ku Tirkîye û Misir dikarin jibo destnîşankirina sînorên deryayî yên li rojhilata Deryaya Sipî danûstandinan bikin û peymanekê îmza bikin, heke pêwendîyên wan yên nakokbar rê bide gavek wiha.

Çavuşoglu di civîneke rojnamevanî de got ku pêşnîyarên Misrê yên bo lêgerîna enerjîyê rêzê li serwerîya herêma Tirk digire û Enqere vê yekê erênî dibîne.
"Wekî ku du welatên xwedîyên sînorên dirêj yên li rojhilata Deryaya Sipî, heke pêywendî û mercên me rê bidin wê, em jî dikarin bi Misrê re bo peymana destnîşankirina sînorên deryayî danûstandinan bikin û di nav xwe de îmza bikin,” Cavuşoglu got.

Misirê, meha borî li hin heremên Deryaya Sipî xebatên bo lêgerîn û karanîna petrol û gaza xwezayî, ragihand.

Tirkîyê, di 2019'an de bi Hikûmeta Lihevkirina Neteweyî (GNA) ya Lîbyayê ya li Trablûsê re peymanek bi vî rengî îmza kiribû.

Lê, Yunanîstanê bi tundî ev peyman rexne kir û bi sedema ku neqanûnîye red kir.

Di navbera Enqere û Atîna de bi dehsalan e ser mafdarîya firehîya heremên deryayî û çavkanîyên hîdrokarbonê yên deryayî yên li rojhilata Deryaya Sipî pirsgirêkên mezin hene.

Peymaneke bi vî rengî ya di navbera Yunanîstan û Misrê ya sala borî, Tirkîyê pir eciz kir.
Peywendîyên di navbera Tirkîyê û Misirê ji dema ku artêşa Misrê Serokê Birayên Misilman Mihemed Mursî, hevalbendê Serokomar Tayyîp Erdogan, di 2013'an de bi darbeyeke ji desthilatarîyê xist, rawestîye.

Hevdem, her du welat li ser mijarên wek serwerîya heremên deryayî û çavkanîyên deryayî, û her wiha şerê navxweyî ya li Lîbyayê jî li hev nakin.

Piştî heqaret û tawanbarkirinên bi salan, Tirkîyê û Misrê di van demên dawî de asta rexneyên hemberî hev û din daxistin.

Karbidestên Tirk dibêjin di navbera her du welatan de tekilîyên sîyasî tune ye lê ew têkilîyên jiber sedemên îstixbaratî, didomînin.

XS
SM
MD
LG