Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemantoya Tirkîyê Peymana Îqlimê ya Parîsê Erê Dike


Parlemantoya Tirkîyê

Parlemantoya Tirkîyê roja Çarşemê peymana îqlimê ya Parîsê erê kir û ev bû welatê dawî yê G20'an ku peyman qabûl kir.

Tirkîyê di Nîsana 2016'an de peyman îmza kiribû lê, heya niha parlementota wê nehatibû pejirandin.

Enqere digot ku divê Tirkîyê di peymanê de wekî welatek pêşketî neyê hesibandin, jiber ku pirsiyarîya zêdetir dide wê, û hevdem Tirkîyê bi jiber gaza karbonê pir hindik berpirsîyar e.

Li gor Peymana Neteweyên Yekbûyî ya îqlimê (UNFCCC) niha Tirkîyê di koma yekê de cîh digire, ya ku wêk welatê pêşketî tê bi nav kirin.

Welatên di lîsteya yekê de ne jiber rejeya bilind ya gazen karbone heri pir pirsîyar têne nirxandin u zêdetir pirsiyari bo wan tene destnişan kirin.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan meha borî li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar kiribû ewê peymana îqlimê ya Parîsê erê bikin.

353 endamên parlemantoya Tirkîyê roja Çarşemê peyman bi yekdengî pejirandin.

Daxuyanîya ku ji hêla parlamentoyê ve hate pejirandin got ku Tirkîyê peymanê wek welatek pêşketî dipejirîne, heya ku ew "zararê nede mafê pêşketina aborî û civakî."

Konferansa îqlimê ya NY’ê dê li Glasgow 31'ê Cotmehê heya 12'ê Mijdarê were dar xistin.

Hevdem, Tirkîyê serî li Sekreterîya Peyman ya li bajarê Bonn, Almanya da, jibo ku navê wê ji lîsteya koma welatên pirsîyar were derxistin.

Navê Tirkîyê heke ji wê lîsteyê were derxistin, ewê bikaribe ji alîkarîya veberhênanê, bîmê û veguhestina teknolojîyê, wek beşek ji peymanê têne dayîn, sûd werbigire.








Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG