Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Artêşa Tirk ji Xala Çavdêrîya Morek ya li Sûrîyê Vedikişe


Ajansa Reuters îro Duşemê ragihand ku Tirkîyê leşkerên xwe ji xaleke çavdêrîyê ya li bakurê rojavayê Sûrîyê vedikşîne.

Xala çavdêriyê ya li herema Morek sala borî ji alîyê hêzên Sûrî ve hatibû dorpêç kirin, lê artêşaTirk hebûna xwe li hin qadên din yên didomîne.

"Hilweşandin û valakirina bingehê destpê kir. Vekişîna ji helwesta eşkerekirî dê çend rojan bidome," kesekî payebilind yê ji opozîsyona Sûrî ya nêzî Tirkîyê, ji Reutersê re got.

Herwiha heman kes ragihand ku Tirkîyê di çarçoveyva peymana agirbestê ya bi Rûsyayê re, bi armanca xurtkirina xalên agirbestê, ev hewla vekişandina leşkerên xwe dike.

Tirkîyê û Rûsya di Adara 2018'an de, bi armanca rawestandina şerê bo kontrolkirina bakurê rojavayê Îdlibê peymanake agirbestê hatibû îmza kiribûn.

Tirkîyê, di çarçoveya vê peymana agirbestê de, li heremê hejmareke xalên çavdêrîyê ava kiribûn ku bingeha çavdêrîyê ya li Morek jî yek ji wan xalan e.

Hevdem, du çavkanîyên din yên ji operasyona Tirkîyê agahdar, ku xwestin navên wan eşkere be, got ku vekişîn roja Duşemê destpê kiriye.

"Hêzên Tirk di vê qonaxê de hizira valakirina xaleke din ya çavdêrîyê nakin" yek ji wan jêderan got.

Karbidestên Tirk di berê vekişîna ji xala navborî qebûl nekiribû, lê pispor dibejin ku êdî ti girîngîya leşkerî ya mayîna li Morek nemabû.

Hejayê balkişandinê ye ku Morek û jimareke xalên din yên çavdêrîyê yên Tirkîyê sala borî ji hêla hêzên hikûmeta Sûrîyê ve hatibûn dorpêç kirin.

Lê, Enqereyê ji wê şûnda jî li wan bingehan hebûna leşkerên xwe domandibû û ji wan bingehan re jinûve çek û alavên din şandibûn.

Tirkîyê dixwaze ku bi vê rekê hem herema ku di bin kontrola serhildêran de xurt bike û hem jî rê nede ku bi mîlyonan penaber ber bi Tirkîyê ve herin.

XS
SM
MD
LG