Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kiliç: Dewlet Tirk Naxwaze Mijara Kurd Derveyî Kontrola Wê Be


Parêzer Ozcan Kiliç-Tirkiye
Parêzer Ozcan Kiliç-Tirkiye

Serdozgerê Komarê yê Îstenbul'ê cezayên ji Rojnameya Ozgur Gundem’ê re hatibû birîn kêm dît, îtîrazî biryarê kir.

Dadgeheke Tirk jibo Xwedîyê Îmtiyazê yê Rojnameyê Kemal Sancili, Midurê Karên Nivîsê Înan Kizilkaya, Gerînendeya Weşana Giştî ya Nobedar Eren Keskîn û Gerînendeyê Weşana Giştî Zana Kaya bi tawanên "Xerakirina yekitî û yekparçeyî ya dewletê" û "Endametî û propaganda rêxistina terorê" bi giştî 20 sal û 10 meh cezayê zindanê hatîbûن birîn.

Lê Serdozgerê Komarê yê Îstenbul'ê cezayên hatibûn dayîn kêm dît, îtîrazî biryarê kir û xwest ku ji hemî tawanên di doznameyê de cîh digirin ceza werin dayîn.

Herwiha serdozger destnîşan kir ku jibo ku ev biryar were xirabkirin û cezayên zêdetir werin dayîn ewê biryarê bibe dadgeha bilindtîr.

Parêzerê Ozgur Gundem'ê Ozcan Kiliç ku ew ji salên 90’an û vir ve parêzerê rojnameyê ye dîyar kir ku daxwaza serdozger bi temamî polîtîk e.

"Di serî de Kurd û hemî kesên ku li ser mijara Kurd dinivîsin ji alîyê dewletê ve hedef têne girtin û dewlet naxwazin ev kes ji derveyî kontrola wê tiştek bê nivisîn û tê xwestin ku hemî kes wek dewletê bifikire û dixwaze ku hemî kes li gorî wê nûçeyan binivîse û amade bike. Hemî kesên beramberî vê yekê jî binivîsin wek terorîst tê binavkirin."

Hêjayî gotinê ye ku Rojnameya Ozgur Gundem jî piştî hewla darbeya leşkerî ya Tîrmeha 2016'an bi Biryarnameyeke Desthilata Qanûnê (KHK) hatibû girtin.

XS
SM
MD
LG