Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Serdana Qibrisa Bakur Dike Û Çareseriya Du-Dewletî Dixwaze


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Qibrisa Tirk Ersîn Tatar , Mijdar 15, 2020
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Qibrisa Tirk Ersîn Tatar , Mijdar 15, 2020

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Yekşemê di serdana xwe ya bakurê girava Qibrisê ya veqetiyayî ya Qibrisa Tirk kir û axivî.

Erdogan di axaftina xwe de banga çareserîyê ya giravê li ser bingeha du-dewletên wekhev kir. Erdogan di axaftina xwe de got "Mijara pêşîn ya me ew e ku li Qibrisê çareserîyeke adîl, mayînde û domdar ava bikin da ku mafên ewlehî û qanûnî yên Tirkên Qibrisê, dabîn bikin."

Wê berdewamî da axiftina xwe û dîsan got "Pêwîst e ku çareserîyeke bi du-dewletî li ser bingeha wekhevîya serwerîyê were gotûbêj kirin."

Hevdem, Erdogan di axaftina xwe de, li ser nakokîyên Tirkîyê, bi endamên YE Yunanîstan û Qibris û bi cîranên din re yên di derbarê mafên deryayî yên li rojhilata Derya Sipî jî rawestiya.

Erdogan got "Ne em, ne jî Qibrisa Bakur nema dikarin tehemûla lîstikên dîplomasîyê yên li herêmê bikin."

YE, tehdîd kiribû ku ewê meha bê jiber lêgerîna neqanûnî ya li Derya Sipî sizayan li ser Tirkiyê bisepîne.

Erdogan piştî ku Ersîn Tatar, ku ew jî piştgirîya çareserîyeke bi avakirina du-dewletan dike, di hilbijartinên seroktîyê yên meha borî de biser ket serdana Qibrisa Bakur kir.

Qibrisê serdana Erdogan wek "provokatîf û neqanûnî" bi nav kir.

Seroktîya Qibrisê bi daxuyaniyekê serdana Erdogan bi tundî rexne kir. Di daxuyanîyê de hat dîyar kirin "Eşkereye ku rêzdarîya Enqerê jibo hiqûqa navneteweyî, prensîb û nirxên Ewrupî, û bo berpirsiyarîyên xwe yên li hember YE , tuneye."

Erdogan paşî çû serdana Varosha (Maraş), bajarekî beravê ku ji 1974'an vir ve li vê herema hatîye dorpêç kirin û terikandin de, ti kes lê najî.

Enqereyê piştgirî da vekirina qonax bi qonax ya bajarê Varosha (Maraş) hema berî hilbijartina meha borî ku ev ji hêla Amerîka, Yunanîstan û Qibrisa Yunanî ve hate rexne kirin.

Herwiha Erdogan got ku, ewê serokê nû Ersîn Tatar di demeke nêz de serdana Azerbaycan bike, ku Qibrisa Bakur nas nake - da ku "rewşê baştir bike" lê hûrgilî nedan.

Hejayê bîrxistinê ye ku Tirkîyê dewleta Qibrisa Tirk ya li bakurê giravê cîh digire, nas dike, lê hikûmeta Qibrisê ya ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatîye pejirandin û li başûrê girava dabeşkirî cîh digire, nas nake.

Danûstandinên aştîyê yên bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî ya herî dawî di 2017’an de têk çûn û ji wê şûnda di danûstandinên li ser pirsgirêka herdu Qibrisan de tu pêşketin çênebûne.


XS
SM
MD
LG