Lînkên eksesibilîtî

Tirkîyê Keştîyeke Tijî Xwarin Şand Qatarê


Xwepêşandarên Tirk li Stenbolê piştgirîya Qatarê dikin

Ajansa Reuters radigihîne ku Tirkîyê îro Pêncşemê keştîyeke tijî xwarin şand Qatarê ku vê gavê di bin dorpêça cîranên xwe ye.

Gemîya Tirkî ku 4,000 ton xwarinên hişk, fekî û keskahî dibe Qatarê, ji bendera Îzmîrê bi rê ket û li ber e di nav 10 rojan de bigeheje Doha.

Medya Tirkî ragihand ku Enqerê herwiha jimareke leşkerên xwe jî dişîne Qatarê. Li gor rojnameya Hurriyet’ê 25 leşker û 5 maşîneyên zirxîn diçin Qatarê ku tev li 88 leşkerên li wî welatî bin.

Parlemana Tirkîyê di 7ê Hezîranê de biryar dabu ku pirtir leşker ji bingeha wê ya li Qatarê werine şandin.

Piştî ku Erebistana Saudî, Misir û jimareke welatên din yên Ereb, bi sedema ku Qatarê piştgirîya terorîzmê dike, hemî peywendîyên aborî û dîplomatîk yên bi Doha birîbûn, Tirkîyê di hêla Qatarê de cîh girtibû.

XS
SM
MD
LG