Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye: Hêzên Alîgirên Şamê Bikevin Efrînê Dê Berdêlek Giran Bidin


Tirkiyê, Çarşemê da zanîn ku, hêzên alîgirên hikûmeta Sûrî jibo piştevaniya şervanên Kurd hewil didin bikevin Efrînê, lê ewê "berdêlek giran bidin" û ew hêz dê bibin armancek rewa ya Tirkiyê.

Ajansa Reuters li gûr Îbrahîm Kalin, peyvdarê serokê Tirkiyê radigehîne ku, roja Sêşemê karwanekî pêkhatî ji 40 heta 50 otombilên veguhastinê ku, hêzên piştevanên hikûmeta Sûrî hilgirtine, hewil dan bigehin Efrînê, lê paş de zivirîn, piştî bûne armanca topbaran Tirkiyê.

Îbrahîm Kalin di prêskonferanseka Çarşemê de got "helbet çi rejîm yan hêzên girêdayî wê bin, her pêngavek weha bi avêjin dê berdêlek gelek giran bidin".

Kalin da zanîn ku, wan danûstendinên raste rast bi hikûmeta Şamê re nînin, lê peyamên wan di gehin Dîmeşqê.

Li aliyekê din çavdêriya mafên mirov li Sûriyê SOHR ku, bingeha wê ya sereke li Brîntanya dimîne dibêje, şeva bûrî bombebarana Tirkiyê liser herêma Efrînê, di nav de navenda bajarê ya berdewam bû.

Berpirsê hêzên aligirên rejîma Esed gotiye Reuters, hêzên wan arasta xwe guherand piştî rastî bombebaranek tûnd ya Tirkiyê hatin, lê dîsan ew berdewam bûn nihe hêzên wan li Efrînê hene.

XS
SM
MD
LG