Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CPJ, Bang li Tirkîyê û Îraqê Dike da Ku Êrîşa Ser Du Rojnamevanên Kurd Lêkolîn Bikin


Logoyên Çira Tv ş Roj News
Logoyên Çira Tv ş Roj News

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) bang li karbidestên Tirk û Îraqî kir ku ser êrîşa du rojnamevanên Kurd yên Îraqî vekolînê bike.

CPJ ji zarê yek ji rêvebirên Çira TV ya navend li Almanya Areş Şengalî ragihand ku, du rojnamevanên wan, Mîdya Hussen û Murad Mîrza tevî şoforê wan Khalaf Khdir dema ji nûçeyê vedigerîne rastî êrîşê hatine.

Şengalî dîyar kir ku li ser maşîneya wan ti nîşana medyayê tunebûye.

Ew û fermandarê Asayîşa Êzîdxanê Mêhvan Hinji dîyar dikin ku êrîş 8’ê Tîrmehê roja Duşemê li Sîncar ya bakurê Îraqê çêbûye.

Asayîşa Êzîdxanê bi ser Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ)ê ve ye ku peywendîyên wê bi Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) re heye.

Tirkîye, Amerîka û Yekîtîya Ewrupa (YE), PKK’ê wek rêxistina terorî dibînin û Îraqê jî serê vê salê ew rêxistin qedexe kir.

Çira TV û Rojnews yên nêzî PKK’ê ragihandin ku êrîş ji alîyê hêzên Tirk ve hatiye li dar xistin.

Rêveberîya Giştî ya Têkoşîna Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê jî di daxuyanîya xwe de wisa got.

Şengalî ji CPJ’ê re dîyar kir ku ew bi hêzên Asayîşa Êzîdxanê re axifîne û ew dikarin piştrast bikin êrîş ya Tirkîyê ye.

Mêhvan jî, ji CPJ’ê re re got ku ew hîn vekolînê dikin ku ka êrîş ji alîyê Tirkîyê ve hatiye li dar xistin yan ne.

Şengalî dîyar kir ku her du rojnamevan niha li Nexweşxaneya Sîncarê têne derman kirin û got ku şofêr jî birîndar bûye.

CPJ got ku karbidestên Îraqî û Tirk divê ser êrîşê bi awayekî demûdest û berfireh vekolînê bikin.

Wê sazîyê bang li rêvebirên herêmî kir ku jibo ewlekarîya rojnamevanan gavên hewce biavêjin.

Şengal li bakurê Îraqê ye, parçeyeke herêmeke nakok e û ji alîyê Îraqê û hin hêzên girêdayî wê ve hatiye kontrol kirin.

Tirkîye gelek caran êrîşên dijî şervanên Yekîneyên Berxwendana Şengalê li dar dixe.

Karbidestên herêmê Îlon 2019’an karên Çira TV yên li Duhokê qedexe kirin.

XS
SM
MD
LG