Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kenanoglu: Pirsnameyên Min Yên Derbarê Alewîyan de Nayên Bersivandin


Parlementerê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê Stenbulê Alî Kenanoglu
Parlementerê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê Stenbulê Alî Kenanoglu

Li Stenbul'ê derî û xanîyê welatîyê Kurd û Alevî yê bi navê Sezer Ozturk hat nîşankirin û hin nivîsên gefxwar û nefrete li Alevîyan hat kirin.

Bi vê mijarê ve girêdayî Parlementerê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbulê Alî Kenanoglu ev bûyer bi pirsnameyekê anî rojeva parlementoya Tirkîyê û wî xwest ku Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê pirsên wî bibersivîne.

Parlementer Kenanoglu di pirsên xwe de dibêje ku, ‘Gelo li ser vê mijarê lêpirsîn hatiye vekirin an na?

Çima li qereqola polîsan parvekirinên welatîyê Alevî yên ser vê mijarê hatiyê jêbirin? Gelo jêbirina van parvekirinan di heman deme de ne jêbirina delîlên vê bûyerê ne?’ Wî pirsî.

Kenanoglu bi berdewamî destnîşan dike ku wî ji Sibat'a 2012'an ve li ser bûyerên bi vî rengî 38 pirsname daye parlementoya Tirkîye û heta niha ev pirsnameyan jî nehatine bersivandin.

Herwiha Kenanoglu dîyar dike ku êrîşên dijî Alevîyan bê encam dimînin û ew bawer dike ku êrîşên dijî Alevîyan bi zanebûn bêencam têne hiştin.

"Li Tirkîye êrîşên dijî Alevîyan bû wek pêvajoyekî normal. Ji sala 2012'an ve jî di êrîşên dijî Alevîyan de lêpirsînên berfireh nayên kirin û êrîşkar nayên dîtin û heman demê de ev êrîş nayên ronîkirin. Jiber vê yekê jî êrîşên dijî Alevîyan didomin û hikûmet jî di van bûyeran de daxuyanîyên zelal û pêşîgir nade." Ew dibêje.

Parlementer Kenanoglu di qedandina axaftina xwe de anî ziman ku jibo ku bûyerên bi vî rengî neyên kirin divê lêpirsînên berfireh werin kirin û wî dîyar kir ku li Tirkîye nîşankirina xanîyên Alevîyan tê wateya sembole Nazî yên Almanya.

Raporta Stenbulê 18 07 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:03 0:00

XS
SM
MD
LG