Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Almanî bi Tawana Sîxuriyê Êrîşî Malên Çar Melayên Tirk Dike


Îro polîsên Almanî êrîşî malên çar melayên Tirk kir û lêgerîn pêk anîn, bi sedema ku wan karê sîxuriyê jibo hikûmeta Tirkiyê dikin û li dijî alîgirên Fethulah Gulen pêzanînan didin dewlata Tirk.

Gulen kesitiyê oldar yê ku li Amerîka dijî, her tim ji aliyê hikûmeta Erdogan ve weke tawanbarê yekê yê hewildana derbeya leşkerî ya Tîrmeha sala borî tê dîtin.

Lêgerîn û êrîşên ser apartmanên melayên Tirk li eyaleta Nordrhein-Westfalen û Rheinland-Pfalz pêk hatine.

Wezîrê dadê yê Alman Heiko Maas dibêje herçar mela di Yekîtîya Îslamî ya Tirkan de li Almanya endam in û ew li gor fermanên Enqerê tev digerin. Maas bi berdewamî dibêje ku nabe ev kesên oldar fermanên xwe ji Enqerê bistînin.

Zêdetirî 3 mîlyon Tirkên Misilman li Almanya hene û mizgeft û komelên wan yên civakî hene.

Reuters dibêje Avsturya jî niha vêkolînan dikem kanî alîgirên dewleta Tirk bi riya balyozxaneyê li Viyena endamên tevgera "Koln" dişopînin û sîxuriyê jibo Enqerê dikin yan na.

Dibe ku êrîşên îro bo ser malên her çar melayên Tirk di navbera Almanya û Tirkiyê de bibe sedema aloziyên zêdetir.

XS
SM
MD
LG