Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye Destûrdana Grûpa Amerîkî ya Alîkariyên Mirovatî Nû Nake


Rêxistina Amerîkî ya alîkariyên mirovatî li Tirkiyê roja Çarşemê da zanîn ku, bingeha wan ji aliyê Tirkiyê ve hat girtin û destûra nûkirinê nedan ku di karê xwe yê xêrxwaziyê de berdewam bibin.

Saziya Mercy Corps (MCNW) ya ku bingeha wê ya sereke li eyaleta Oregon ya Amerîka ye dibêje ewê li gel karbidestên dewleta Tirk "bikevin dialogê", da ku cardin rê bidin wan ew xizmetên xwe pêşkeşî xelk pêdivî û penaberên Sûrî bikin, ev rêxistin weke yek ji mezintrîn rêxistinên alîkariyê ye li nêzîk sinorên Tirkiye û Sûriyê, alîkariyek mezin daye Sûriyan.

Berpirsên grûpa alîkariyan jibo ajansa AP daye xûyuyakirin ku ew gelek di xemgînin jiber vê biryara Tirkiyê, êdî ew nikarin xizmetên xwe pêşkeş bikin, yên ku eve 5 sale tên berdewam kirin û alîkariyê didin xelkê perîşan yê Sûriyê, weke berpirsên grûpê dibêjin.

Berpirsên grûpê herweha dibêjin ew nizanin kanê bi çi sedem Tikiyê biryara girtina bingeha rêxistina wan daye û naxwazin tomara rêxistinê nû bikin.

Gûrpa Amerîkî karên Xêrxwazî alîkariyên weke xwarin, cil, nivîn û pêdiviyên sereke yên jiyanê dane dehan hezar kesên Sûrî, alîkarî gihandine zêdetirî 35,000 – 500,000 hezar koçberên Sûrî, herweha alîkarî gihandiye 100,000 kesên pêdvî ji xelkê navxwe yê Tirkiyê.

XS
SM
MD
LG