Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye Balyozê Belcîka li Enqerê Bang Dike


Berpirsekî wezaretya derve ya Tirkiyê ragihand ku wan roja Duşemê bangî balyozê welatê Belcîka kirîye yê li Enqerê weke nerazîbûn li hember biryara dadgerîya Belcîka ya kesên têkiliya wan bi Partîya Karkerên Kurdistan re heye.

Tirkye nerazîbûn nîşan da jiber ku dadgeha pêdaçûnê li Bruksel roja Îna bûrî biryar da bû ku PKK ne rêxistinek terorîstîye, dadgehê dabû eşkere kirin ku şertên hatîne pêşkeş kirin nabin sedem ku PKK bi tawanên terorê bihê sûcdar kirin.

Berpirsê wezareta derve ya Tirkiyê gotîye wan ji Michel Malherbe re balyozê Belcîka li Enqere daye diyar kirin ku Tirkîye ji biryara dadgeha wan"Nerihet e".

Roja Înê dadgeha pêdaûnan ya Belcîka li doza 30 kesan nêra ku tê îda kirin ku endamên Partiya kkarkerên Kurdistan PKKê ne, ku wan xurt ji Becîka û ciyên li Ewrupa şandine kampên perwerdeya leşkerî. Lê dadgehê ew îdîa red kirin.

XS
SM
MD
LG