11 sendîka û komela bi boneya salvegera duyan ya COVID-19 li Tirkîyê hatin cem hev û li avahîya Odeya Doktorên Îstenbul’ê (ÎTO) ya li taxa Fatîh preskonferansek li dar xistin.
Sekreterê Giştî yê Odeya Doktorên Îstenbul’ê (ÎTO) Prof. Dr. Osman Kuçukosmanoglu derbarê salvegera duyan ya nexweşîya COVID-19 ya li Tirkîyê de daxuyanî xwend.
Prof. Kuçukosmanoglu got ku Tirkîye yek ji wan welatan e ku pêvajoyeke herî giran a pandemîyê piştî du salan jîyaye.
Herwiha Kuçukosmanoglu ji bilî pêzanînên fermî yên Wezareta Saxlemîyê îdia kir ku li Tirkîyê jiber vîrusa korona herî kêm 250 hezar kesan jîyana xwe ji dest dane.
“Tirkîye ku bi 14,5 mîlyon nexweşên vîrusa korona di hejmara zêde de di cîhanê de da di rêza 9’an de cîh digire Li gor pêzanînên fermî yên Wezareta Saxlemîyê ya Tirkîye hejmara mirîyan ji 95 hezarî derbaz bûye û hejmara rastî jî 250 hezarî zêdetir e. Her yek mirovek, her yek dê, bavek, hevjînek, hevalek, zarokek bûn. Em êşa her yek ji wan di dilê xwe de hildigirin.” Wî got.
Dîsa Kuçukosmanoglu berdewamî jî îdia kir ku li Tirkîyê parastin van kesan û pêşîgirtina van mirinan pêkan bû.
Hêjayî gotinê ye ku pêketîyê vîrusa korona li Tirkîye berîya du salan 11’ê Adar’ê hatibû dîtin. Ji wê dîrokê heta niha pêzanînên Wezareta Saxlemîyê û Yekitîya Doktorên Tirkîyê (TTB)ji hev du cudatir in. û TTB bi dehan caran destnîşan kiribû ku pêketî û mirinên jiber vîrusa korona ji hejmara Wezareta Saxlemîyê zêdetir in.