Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Libere Rewşa Awarte Dirêj Bike


Bekir Bozdag, Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê
Bekir Bozdag, Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê

Hikûmeta Tirkiyê libere rewşa awarte ya ku, piştî darbeya leşkerî ya neserkeftî ragihandî bo 3 mehên din dirêj bike.

Cîgirê Serokwîrê Tirkiyê Bekir Bozdag roja Duşemê piştî civîna kabîna hikûmetê bi dawî hatî gote rojnamevanan "Civata Ewlekariya Tirkiyê, libere di vê mehê de, rewşa awarte bo cara şeşan dirêj bike, piştî rezamendiya parlamenê di gehîte wan", tê texmînkirin ku, roja 19 Çile rewşa awarte cardin bihê nû kirin.

Ragihandina rewşa awarte rê xweş kirîye ku, serokê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan êrîşên berfireh bikete ser kesên gomanbar û wan bigrin, heta niha 50 hezar kes hatine girtin, bi gomanbariya beşdarî di darbeya leşkerî ya nerserkeftî ya 15 Tîrmeha sala 2016an de.

Rexnegir dibêjin hikûmeta Enqerê rewşa awarte bikar tîne bo jinavbirina hêzên opozisyon, di nav de rojnamevan, siyasetvan û çalakvan û pir caran bo vê mebestê xalên yasayî hatine guhertin.

XS
SM
MD
LG