Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Dest bi Ser Gemiyeka Sûrîyê Girt


Tirkîyê Dest bi Ser Gemiyeka Sûrîyê Girt

Serokwezîrê Tirkîyê Receb Tayyip Erdogan dibêje welatê wî gemiyek girtiye ku ala Sûrî li ser e û dibe ku çek birban Sûrîyê.

Li gor Ragihandina Tirkîyê, rêzdar Erdogan li New York gote rojnamevanan ku Tirkîyê dê rêkê li ber her gemiyekê bigire ber bi Sûrîyê biçe, vêca çi bi rêka behrê bît yan jî li ser erdî yan bi rêka esmanî.

Wî çi pêzanînêt taybetî nedan sebaret girtina gemiya Sûrî, ka barê gemiyê çi ye û li kî ve ragirtiye.

Berî niha, rêzdar Erdogan got Tirkîyê danûstandin ligel Sûrîyê rewestandîne û li bere ku cezayan li dijî Sûrîyê rabigihîne ji ber tepeser kirina xwenîşnderên dijî hikûmetê.

XS
SM
MD
LG