Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lîderên Yunan, Îsraîl Û Qibrisê Projea "EastMed" Îmze Dikin


Pêncşemê serokwezîrên hersê welatan yê Îsraîl, Yunanistan û Qibrisê li Atîna paytext civîyan da ku îmza xwe bavên ser projeya hêlên bûrîyên gaza xwezayî, ku dê gaza jêravê li herêma başûrê rojhilatê derya naverast bo parzemîna Ewrupa veguhêzin.

Hêla bûrîyên projeya EastMedku bi dirêjahîya 1900 km (1300 mîl) gaza siroştê ji herêma deryayî dê veguhêzên Ewrupa ku gelek hewcedarîya welatên Yekîtîya Ewrupa bi hêza enerjîyê heye, ku niha pêdivîyên xwe zêdetir ji Rûsya û herêma Qafqasîya bi giranî distîne.

Weke hatî plan kirin, hêla bûrîyên veguhastina gazê û enerjîyê dê gaza jêr erd ya li hewza derîya naverast ji rojhilatê Lubnanê heyî bo Qibris û grava Kirêt bi rêya deryayê gehînin Yunanistanê, û şûn de bi hêleke din ya bejahî gehînin rojavayê Yunanistanê, paşî dê bi hêlek din ya jêr deryayî ête girêdan heta digihe Îtlaya.

Tê texmîn kirin ku projeya bi buhayê 6 mîlyar dolaran dê nêzî 10% pêdvîyên welatên Yekîtîya Ewrupa ji gaza siroştî bicî bîne.

Lê proje dîsan ji astengîyên sîyasî û logistîkî bê par nîne, jiber ku yedeka samanên jêr deryayî li hewza derya naverast beşa jêrîn cîyê nakokî û duberîyane di nava Yunan û Qibris ji alîyekî û Tirkîyê ji alîyek din de.

Wek tê zanîn ku Tirkîyê ev demeke dest bi lêgerîna çavkanîyên enerjîyê yên jêr derya kirîye li hewza derya naverast û çend keştî hinartine ava herêmî ya ku weke sinorên avî yên Qibris û Yunansitanê tên naskirin ku herdu welat endamin di Yekîtîya Ewrupa de. Ev hewlidanên Tirkîyê bûn sedema rexne û dilgiranîyên welatên Yekîtîya Ewrupa û herwiha Amerîka.

Îro tê çaverê kirin ku serokê Qibrisê Nicos Anastasiades, serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li Atîna projeya EastMed îmze bikin.

Berî ku civîn îro Pêncşemê bihê destpêkirin û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bigehe Atîna got bû"Hersê welatê dê peymanek gelek giring pêk bînin".

Wezîrê Enerjîya Îsraîlê Yuval Steinitz got, proje dê 7 salan berdewam bike û Îsraîl dê bibe berhemhênerek giring ya enerjîyê û proje dê bibe sedema tenahîya herêmî.

Tirkîye ji alîyê xwe de dixwaze ji dahatên samanên jêr derayî bê par nemîne li hewza derya naverast, ji ber wê yekê dawîya sala 2019an Erdogan peyman li gel hikûmeta Trablûsê bi serokatîya Fayiz Al Saraj pêkanîbû.

Di dema amadekirina vê raportê de parlemena Tirkîyê danûstandin encam didan û hinartina leşkeran bo Lîbya ji alîyê parlemenê ve bi 325 dengên li gel û 184 dengên li dij hat erê kirin.

XS
SM
MD
LG