Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtiya Ewrupa Bexşîna 3.5 Mîlyar Euro Bo Penaberên li Tirkiyê Lêkolîn Dike


Alayê Tirkiyê û Yekîtiya Ewrupa
Alayê Tirkiyê û Yekîtiya Ewrupa

BRUSSELS, 23 Hezîranê -Reuters, Yekîtiya Ewrupa roja Çarşemê ragiand ku ew bexşîna 3.5 mîlyar Euro(4.198 mîlyar dolaran) gotûbêj dikin ku bidin Tirkiyê.

Dîplomasî dibêjin hewandina Tirkiyê ya penaberên Sûrî heta sala 2024ê, beşeke ji planeke mezin ya piştevaniya penaberan da ku nehêlin ew bêne welatên Yekîtiya Ewrupa.

Koma pereyên dê bên dan bo penaberên li Tirkiyê, Urdon, Libnan û Sûriyê 5.77 mîlyar Euro ne, ewê jibo proje û armancên mirovahî bêne mezaxtin û naçin destê hikûmetan.

Armanc ji dana wan pereyan ewe, da ku hejmara zûr ya penaberan neçin welatên kutleya Yekîtiya Ewrupaû, jibo ku demê qazanc bikin heta ku şerê navxwe yê Sûriyê bidawî dibe yê ku zêdetirî 10 salane dom dike.

Tirkiye nêzî 4 mîlyon penaberên Sûrî dihewîne, ku tê texmîn kirin heta niha 40 mîlyar dolar hatine mezaxtin, jibo peyda kirina xizmetên bingehîn ku ji Yekîtiya Ewrupa tên xwestin raste rast bidin hikûemta Enqerê.

Lîderên Yekîtiya Ewrupa ji rewşa mafên mirov li Tirkiyê gelek di nerazîne ku dibînin li Tirkiyê tomarên binpêkirina mafên mirov zêde dibin, ku dibe YE, daxwza dana vî perey raste rast bo Hikûmeta Tirkiyê qebûl neke.

Lîderên YE heriwa Tirkiyê bikaranîna karta penaberan tawanbar dikin, lê Tirkiye vê yekê red dike.

Sibê roja Pêncşemê di Hilcivîna Yekîtiya Ewrupa de li Bruksel tê texmîn kirin ku lîderên 27 welatan pêşniyara bexîşan û alîkariya jibo penaberan erê bikin.

Pereyên ku tên bexşîn ji budceya giştî ya welatên Yekîtiya Ewrupa ye ku berî niha 6 mîlyar Euro dabûn, lê pêşî pêwîstî bi erê kirina parlemena Yekîtiya Ewrupa heye.

XS
SM
MD
LG