Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Alavên Nexweşxaneyên Meydanî Digihîne Nêzî Gazayê


Arşiv: Keştiya Tirkî ya alîkariya Filistîniyan
Arşiv: Keştiya Tirkî ya alîkariya Filistîniyan

Keştiyeke Tirkîyê ya ku alavên nexweşxaneyên meydanî hildigirtine, îro Duşemê gihîşt bendera El Erîş li nêzî deriyê sînor yê Refeh, karbidestekî Misirî ragihand.

Ev yekemîn keştiya alîkariyê ye bo Gazayê ku digihe Misrê ji dema ku milîtanên Hamasê 7'ê Cotmeha borî êrîşî ser Israîlê kirbû, ku li gorî rayedarekî Îsraîlî di encamê de nêzîkî 1,200 kes hatin kuştin, ku piraniya wan sivîl in.

Îsraîl piştî wê êrîşê bi helmeteke bombebarankirin û êrîşa bejayî bersiv daye. Rayedarên Hamasê dibêjin ku zêdetirî 11,000 kes hatine kuştin, ku piranîya wan sivîl in û di nav de bi hezaran zarok jî hene.

Rayedarekî tenduristiyê yê Tirk ji AFP'ê re got ku keştiyê "alavên pizişkî, jenerator, ambulans ji bo avakirina 8 nexweşxaneyên meydanî" hilgirtine.

Karbidestê Tirk herwiha ragihand ku Enqerê razîbûna Qahîreyê wergirtîye ji bo avakirina nexweşxaneyên meydanî li El Erîş, ku bi qasî 40 kîlometran dûrî sînorê Refehê ye. Tenê ev deriyê sînorî yê bi Gazayê re heye ji aliyê Îsraîlê ve nayê kontrol kirin.

"Me ji rayedarên Misirê bersiva erênî girt. Em ê van nexweşxaneyan li herêmên ku rayedarên Misirê destnîşan bikin damezrînin."

Gehiştina wê alîkariyê di wî çaxî de ye ku karbidestên Hamasê dibêjin ku hemî nexweşxaneyên li bakurê Xezayê "ji xizmetkirinê derketine" di nava nemana sotemeniyê de ji ber şerê bi hêzên Îsraîlê re.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG