Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Hikûmetê Tirkiyê Dê Serdana Bexda Bike


Binali Yildirim Serok Hikûmetê Tirkiyê
Binali Yildirim Serok Hikûmetê Tirkiyê

Ajansa Reuters roja Duşemê ji Enqere radigihîne ku, serok hikûmetê Tirkiyê Binali Yildirim di vê heftiyê de dê serdana Îraqê bike û danûstendinan derbarê şerê li dij terorê û paşeroja Îraqê li gel berpirsên Îraqî encam bidin.

Numan Kurtulmuş gotebêjê hikûmet û cîgirê serok hikûmetê Tirkiyê di press konferansekê de got"roja pênşemê serok hikûmet dê bi serdanekê çîte Îraqê, da ku qonaxeke nû ya peywendiyan li gel hikûmeta Bexda ya merkezî bidin destpêkirin".

Herweha Kurtulmuş got "Em bi dîtinek nû jibo aştiya li Îraqê nêzîk dibîn". Ofîsa Kurtulmuş dide zanîn ku Binali Yildirim dê serdana Bexda û Hewlêr bike.

Wek tê zanîn têkiliyên di navbera Tirkiya sinî mezheb û hikûmeta Îraqê ya merkezî ku piraniya wê şî'ia mezhebin aloz bibûn, bi teybet derbarê hebûna hêzên artêşa Tirk li bingehê leşkerî yê Başîkê li nêzîk bajarê Mûsil.

Roja Îna borî serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi riya telefonê li gel serok hikûmetê Îraqê Haider Al-Abadî axift bû, şûn de, ofîsa serok hikûmetê Îraqê Haider Al-Abadî daxûyaniyek derbarê peywendiya telefonî de dabû weşandin.

XS
SM
MD
LG