Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve Yê Tirkiyê bi Seredanekê li Bexda û Hewlêr E


Mevlut Çavuşoglu wezîrê derve yê Tirkiyê û Îbrahîm Al Jafarî wezîrê derve yê Îraqê - Bexda
Mevlut Çavuşoglu wezîrê derve yê Tirkiyê û Îbrahîm Al Jafarî wezîrê derve yê Îraqê - Bexda

Mevlut Çavuşoglu wezîrê derve yê Tirkiyê roja Çarşemê bi seredanekê gehişt Bexda paytexta Îraqê, civîn ligel berpirsên Îraqê encam dan, paşî derbasî bajarê Hewlêr paytexta Herêma Kurdistana Îraqê bû.

Çavuşoglu di destpêka serdana xwe de, pîrozbayî li Îraqê kirin jibo rizgarkirina bajarê Mûsil ji çekdarên DAIŞ'ê, herwiha derbarê operasiyan rizgarkirina bajarê Tal Aferê jî Mevlut Çavuşogluyê got, ewê Tirkiyê piştevaniya Îraqê bike, lê wî daxwaz kir ku taybetmendî û nasnama Turkmenên bajarê Tal Aferê bihên parastin.

Çavuşoglu ligel hevpîşeyê xwe yê Îraqî Îbrahîm Al Jafarî civîn pêk anî şûn de, prês konferansek hevbeş encam dan, di prês konferansê de, Çavuşoglu got, ew Îraqeke yekgirtî dixwazin û wan berpirsên herêmê derbarê rêferandûm û hildana alay li Kerkukê agihdar kirine.

Çavuşoglu bi serokê parlamena Îraqê Selîm al Jibûrî re civiya, civîna wî û Jibûrî ji rojnamegeriyê re girtî bû.

Piştî civînên bi berpirsên hikûmet û parlamena Îraqê re bidawî bûn, Çavuşoglu bi rêka firîngehê gehişte bajarê Hewlêr da ku, bi berpirsên Herêma Kurdistan Îraqê re civînan encam bide.

XS
SM
MD
LG