Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Tirk Operasiyonek Leşkerî di Nav Axa Sûrîyê de Encam Dide


Berpirsên dewleta Tirk dibêjin hêzên wan yên leşkerî bi hevkariya hêzên hevpeymana navnetewî ya li dij DAIŞ ê dest bi operasiyonek leşkerî kiriye jibo derkirina çekdarên DAIŞ ji bajarê Cerablus yê sinorî.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîb Erdogan roja çarşemê di axiftinek xwe de got, hêzên Tirkiyê di seat 4î serê sibeya roja çarşemê de, dest bi operasiyonek leşkerî kirine bi navê (Mertalên Firat) , ev operasiyon li dij gropên terorist e, weke Erdogan dibêje.

Li gur çavkaniyên mediya Tirkî operasiyon destpêkê bi topbaran û bombebarana balefiran hatiye destpêkirin, şûnde hêzên leşkerê Tirkiyê bi tang û top û nêzîkî 1500 çekdarên opozisyona Sûrî yên girêdayî Enqerê çûne nav axa Sûriyê.

Operasiyona Tirkî ya hatî destpêkirin heta niha 3 kîlometran hatiye di nav axa Sûriyê de û 5 kîlometran nêzîkî bajarê Cerablus bûne.

Hevpeymaniya Opozisyona Sûrî derheqa operasiyonê de kêfxweşiya xwe da diyar kirin, lê dewleta Sûrî rexne li operasiyona Sûrî girt û got ev binpêkirina serweriya axa Sûriyê ye, daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir da ku helwestê li hember operasiyona leşkerê Tirkiyê ya nav axa Sûriyê bistîne.

XS
SM
MD
LG