Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Binalî Yildirim: Gotina Hillary Ne Exlaqiye Û Tirkiyê Dê li Rojhilatê Firat Operasiyonan Encam Bide


Ajansa Reuters ji Enqerê ragihand ku roja Sêşemê serok hikûmetê Tirkiyê Binalî Yildirim rexne li pêşniyara Hillary Clinton kandîda demokratan jibo serokatîya Amerîka girtin, jiber ku, di gotûbêja televiziyonî ya şeva yekşemê de, weke pêşniyar got bû kurd li Îraq û Sûriyê hevpeymanên herî başin di şerê li dij DAIŞ ê de divê bihên piştevanîkirin û pir çekkirin, ev gotinên Hillary Clinton bûne cihê nerihetiya Tirkiyê.

Yildirim ev gotina Hillary weke "ne exlaqî" binavkir û got ev gotin ne layiqî endamek NATO yê ye. Hillary Clinton dema di gotûbêja televizyonî de li şeva yekşema borî hat hember kandîdê Komariyan Donald Trump, di gotûbêjê de Wê got ku, ewê çekan bidin kurdan li Sûriyê û Îraqê û got herçende ev yek cihê nerzaşbûna "hind navendan"e, ku mebesta wê Tirkiye bû.

Ji sedema axiftinên Hillary Clinton, roja Sêşemê di axiftina di parlamenê de serok wezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim bo endamên partiya xwe da zanîn ku, eger ew bibînin "terorist" di çalakin ewê operasiyonan li rojhilatê Firatê encam bidin.

Ylidirim di peyva xwe de dîsan jibo endamên partiya AKPê da zanîn ku wan di meha Tebaxa borî de operasiyon bi armanca dûrkirina DAIŞî ji sinoran û li dij pêşketinên Kurdan li Sûriyê pêk anîne û çûye nav axa Sûriyê.

Tirkiye şervanên Kurd li Sûriyê weke terorist dibîne, lê Amerîka û hevpeymaniya navnetewî ya li dij DAIŞê kurdan weke piştevanên baş di şerê li dij DAIŞê de dibinin.

XS
SM
MD
LG