Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Dixwaze Piştî Karvekişîna Serac jî Peymanên bi Lîbya re Bidomîne


Serokomarê Tirkîyê Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Lîbya Fayez El-Serac (Arşîv)

Berdevkê Serokomarîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin îro Duşemê ragihand ku tevî ku Serokwezîr Fayez El-Serac dixwaze ji kar vekişe, peymanên Tirkîye û hevkarî ya bi hikûmeta Lîbyayê ku bi navneteweyî tê nasîn, dê bidomin.

"Ev peymanana dê ji hêla vê serdema sîyasî ve neyê bandor kirin jiber ku ev biryarana ji hêla hikûmetê ve hatine girtin, ne ji alîyê kesek ve," Kalin ji Ajansa Nûçeyan ya Demîroren re got.

Serokomarê Tirkîyê Tayyîp Erdogan jî dîyar kir ku Tirkîyê jiber daxuyanîya Serac ya ku plana wî ya devberdana posta serokwezîrtîyê radigihîne, xemgin e.

Lê, Kalin ragihandibû ku piştgirîya Tirkîyê ya bo hikûmeta lihevhatina neteweyî ya lîbyayê (GNA) û têvi peymana ewlehîyê ya sala borî hat îmzakirin, peymanên wan yên dualî, wê bidome.

“Dibe ku di rojên pêş de karbidestên Tirkîyê herin Trablusê da ku geşedanan nîqaş bikin,” wî bi berdewamî got.

Di Hezîrana borî de, artêşa Tirkîyê alîkarîya Hikûmeta Lihevhatina Neteweyî ya Serac (GNA) kir da ku êrîşa Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê (LNA) ya bi rebertîya Xelîfe Hafter ya dijî Trablus were rawestandin.

Hêjayî balkişandinê ye ku Tirkîye û Qatar piştgirîya hikûmeta Trablusê ya bi rêbertîya Serac dikin, û artêşa Neteweyî ya Lîbyayê (LNA) ji hêla Rûsya, Misir û MirgehenMisir, Erebîstana Saudî, Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb ve tê piştgirîkirin.

GNA meha borî agirbest dîyar kir û banga rakirina ambargoya derxistina petrolê ya bi mehan kir. Serokê parlamentoya hevrik ya li rojhilatê Lîbyayê jî banga rawestandina şer kir, ku ev ji destpêka şerê navxeyî ya ji 2011'an vir ve, hêvîya bîdawîbûna pevçûnên giran yên li seranserê Lîbyayê bû.

Reberê LNA Xelîfe Hafter ev bangana red kir, lê roja Înîyê ragihand ku dê bo yek mehî ambargoya ya derxistina petrolê rake û ku LNA di ser parvekirina adilane ya data enerjîyê bi GNA re lihevkirî ye.

XS
SM
MD
LG