Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye Guherînên Mezin di Fermandarîyên Leşkerî de Pêktîne


Medya Tirkî da zanîn ku roja Çarşemê di civîneke taybet de, Şûraya Bilind a Leşkerî guherînên mezin di hersê fermandariyên leşkerî yên Bejahî, Deryayî û Esmanî de pêk anîn.

Weke ajansa Anadolu ya nêzîkî hikûmetê dibêje, bi dehan generalên leşkerî pileya wan hatîye bilind kirin û gelek ji generalan jî, xizmeta wan ya salekê û hinan jî bo du salan hatîye dirêj kirin.

Di van guherînan de wezareta bervanî û parastina navxweyî ya Tirkiyê daxûyaniyek weşand, li gûr daxûyaniyê jibo fermandariya hêzên bejayiyê, fermandarê giştî yê cendirmeyan orgeneral Yaşar Guler hat wezîfedar kirin.

Jibo fermandariya hêzên deryayî serokê damezrêner yê hêzên deryayî Adnan Ozbal hat destnîşankirin. Herweha jibo fermandarîya hêzên esmanî orgeneral Hasan Kuçukakyuz hat wezîfedarkirin.

Ji hejî bîrxistinêye ku, 15î Tîrmeha sala bûrî darbeyeke leşkerî ya nesrkeftî li Tirkiyê pêkhat bû, bi 10 hezrana leşker hatine girtin û ji wezîfeyan hatine derxistin, doh nêzî 500 efser û generalên tawanbar yên gomana beşdarîya darbeya leşkerî liser bû, birin dadghê.

XS
SM
MD
LG