Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu: Her Çareseriyek bi Rêyên Leşkerî li Sûriyê Ne Rewa Ye


Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, roja Şemiyê ji Moskova ragihand û got "her çareseriyek leşkerî li Sûriyê ne yasayî ye û nayê berdewam kirin".

Çavuşoglu piştî li Moskova ligel hevpîşeyê xwe yê Îranî û Rûsî civîn encam dan, axiftinek kir û got, hersê welat, Tirkiye, Rûsya û Îran dikarin hevkariyê bi hev re bikin da ku alîkariya gelê Sûrî bikin.

Çavuşoglu dîsan got, çareseriyên li Sûriyê pêwîstî bi geştek nû ya danûstendinan heye da ku bigehin çareseriyek siyasî.

li aliyek din, ajansa Reuters radigehîne ku, wezîrê derve ya Rûsya Sergey Lavrov jî got"Îran, Tirkiye û Rûsya dikarin alîkariya hikumeta Sûrî bikin jibo jinav birina terorîstan".

XS
SM
MD
LG