Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye Hêzên Xwe Dişîne Ser Sinor


Leşkerê Tirk liser sinorê Îraqê

Roja Çarşemê berpirsên dewleta Tirk dan xuyakirin ku wan jibo amadekariyên pêşwext hêzên xwe şandine ser sinor da ku di dema her bûyereke neçaverêkirî de di amadebaşiyê de bin.

Binalî Yildirim serok hikûmetê Tirtkiyê doh Çarşemê dîsan di axfitineka xwe de tekiz kir ku, wan hêzên xwe liser sinor top kirine û got "jiber agirê bi welatê cîran ketî", ew neçar mane hêzên xwe bibin ser sinor, mebesta Yildirim ji gotina welatê cîran Îraqe û şerê li dij DAIŞê û destpêkirina operasiyona Mûsilê ye.

Nûçegihanê Dengê Amerîka li bajarê Duhok (Selam Balayî) ji herêmê da zanîn ku belê raste leşkerê Tirk hejmareka zêde ya Tang û Zirîpoşên xwe anîne Slopiya ser riya serke ya Tirkiyê û Herêma Kurdsitanê bi hevre girê dide, li nêzîk xala sinorî ya Îbrahîm Xelîl.

Wek tê zanîn Tirkiyê hejmareka bingehên leşkerî di nav axa Îraqê li herêma Kurdistanê hene, herweha vê dawiyê bi armanca beşdariya di şerê rizgarkirina Mûsilê de hejmareka leşkerên xwe anîne bingeha leşkerî li Başiqa ya nêzîk bajarê Mûsil, ev yek bû ye sedema girjiyek tund di navbera berpirsên Îraqê û yên Tirkiyê de.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:11 0:00

XS
SM
MD
LG