Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Girtina Gomanbarên Êrîşa Stenbûlê Zêde Dibe


Termê Polîsê Zêrevan Fatih Cakmak yê di bûyerê de hatî kuştin.
Termê Polîsê Zêrevan Fatih Cakmak yê di bûyerê de hatî kuştin.

Roja Sêşemê desthilata Tirkiyê da eşkerekirin ku, hêzên wan yên ewlekariyê 6 gomanbarên din girtine yên tên texmînkirin têkilî bi êrîşa sersalê hebe ya ku, liser yaneyek şevê li bajarê Stenbûlê pêkhanî.

Ajansa Anadolu ya girêdayî dewleta Tirk dide zanîn ku, hejmara girtiyan gihaye 14 kesan, her hemû li bingeha sereke ya polîsan li Stenbûlê lêkolîn û lêpirsîn li dij wan tên berdewam kirin, lê hûrgiliyên derbarê gomanbaran nedan zanîn kanê ew ji kû ne û çawan hatine girtin.

Anadolu radigehîne ku, gelek raport û wêne ji aliyê gel derbarê bûyerê û êrîşkar re ji polîsan re tên, lê hêjî nasnama êrîşkar nediyare û nehatiye girtin.

Mediya Tirkî ji doh were wêne û videoyan di weşîne tê gotin ku, ya kesê êrîşkare, di videoyê de kesek li taxa Taksim ya Stenbûlê xweya dibe, lê na axive, nayê zanîn kanê Video kengî hatiye tomarkirin. Goman hene ku parçe Video ji telefona kesê êrîşkar hatibe stendin.

Wek tê zanîn sibeya roja Yekşemê ya sersala 2017, êrîşek çekdarî li dij yaneya şevê ya bi navê (Reina Nightclub) li Stenbûl pêkhat bû di encam de 39 kes hatin kuştin û nêzîkî 70 kes birîndar bûn e.

Êrîşkar bi çekên otematîk berî here di nava avahî de liber derî polîs û kesên amade gullebaran kirine, şûnde çûye di nava yaneyê de û ewqas kes kuştine û birîndar kirin e.

Rêxistina Dewleta Îslamê (DAIŞ) ev êrîş girt ser xwe û ragihand ku endamekî dewleta xîlafetê ew êrîş encam daye.

XS
SM
MD
LG