Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye: Piştî Êrîşa Esmanî Ewê Hebûna Leşkerî li Sûriyê Berdewam Bikin


Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mavlut Çavuşoglu roja Çarşemê ragihand ku, ewê çalakiyên xwe yên leşkerî li Sûriyê ranewestînin piştî êrîşa esmanî ku, tê texmînkirin Helikoptera artêşa Sûrî be, li dij çekdarên opozisyonê yên ku Tirkiye piştevaniya wan dike pêkhatî.

Artêşa Tirk daxuyaniyek da weşandi û ragihand ku, Sêşemê direngî şev êrîşeka esmanî li dij gropeka çekdarên opozisyonê yên ji aliyê Tirkiyê ve tên piştevanîkirin pêkhatiye, di êrîşê de 2 çekdar hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne. Ev yekemîn êrîşa raste rast ya leşkerê Sûrî û çekdarên aligirên Tirkiyê ji dema Tirkiye li meha Tebaxê çûye di nav axa Sûriyê de heta niha.

Çavuşoglu di press konferansekê de got hêzên serokê Sûriyê Beşar Esed liser êrîşkirina hêzên opozisyonê berdewame nek li hember rêxistina Dewleta Îslamê, herweha got çalakiyên leşkerê Tirkiyê dê li herêma Sinorî berdewam bikin, heta çekdarên opozisyonê yên ku Tirkiyê piştevaniya wan dike bajarê Albab yê Sûrî kontrol dikin.

Çaviş Oglu dîsan got ewê jibo bajarê Telaafir yê Îraqî jî, heman tiştî bikin, ewê tedbîrên pêdvî bistînin dema ku êrîşek li hember Telaafir pêk bihêt.

Çekdarên Heşda Şaabî yên ku tê texmînkirin ji aliyê Îranê ve tên destekirin, dabûn xuakirin ku, ewê piştevaniya artêşa Îraqê bikin dema dixwazin bajarê Telaafir ji çekdarên DAIŞê rizgar bikin.

XS
SM
MD
LG