Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Bang li Trump Dike ku Piştgirîya jibo YPG'ê Bisekinîne


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan îro Yekşemê got ew hêvî dikin ku Serokê Amerîka Donald Trump hevkarîya bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re rawestîne.

Fîdan ev gotin di vê demê de kir ku Tirkîyê dibêje wê di operasyona dijî YPG’ê de 23 mîlîtan kuştine.

Wezareta Berevanî ya Tirkîyê ragihand ku ew 23 mîlîtan çekdarên YPG û Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) in.

Tirkîye YPG û PKK’ê wek hevdu dibîne, lê Amerîka ku PKK’ê wek rêxistineke terorê dihesibîne, YPG’ê wek hevbendeke girîng ya têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) dibîne.

Fîdan li Qatarê di preskonferansekê de got ew hêvî dikin ku Trump ‘’dawî li şaşîya domdar ya li herêmê’’ bîne.

Wî îdia kir ku YPG dijî DAIŞ’ê ti têkoşînê nameşîne û got ku bi tenê girtîyên DAIŞ’ê di girtîgehê de digire.

Tirkîye ji demeke dirêj vir ve bang li Washingtonê dike ku piştgirîya jibo YPG’ê rawestîne.

Hêzên Tirk û komên bi piştgirîya wan piştî ketina Beşar Esad jimareke caran bi şervanên Kurd re pev çûn.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG