Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye û Çîn Peymanên Navokî Îmza Dikin


Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dema serdana xwe ya Çînê, du peymanên navokî bi wî welatî re îmza kirin.

Rêkeftinên îro piştî hevdîtina nepenî ya birêz Erdogan û Serokwezîrê Çînê Wen Jiabao ya roja Duşemê hatine ragihandin.

Serdana Recep Tayyîp Erdogan serdana yekê ya asta serokwezîrîyê, di nav 27 salên borî de.

Birêz Erdogan li Pekînê bi xalî (mahfîr)yên sor û sîruda netewî hate pêşwazî kirin, piştî ku serdana xwe ya herêma Xinjiang dawî anî.

Herêma Xinjiang ya kêşebar warê Uygurên etnîk e ku ji alîyê nîjadî ve bi Tirkan re girêdayî ne. Tirkîye dibêje, ew dixwaze herêmeke endustrîyê li wê derê ava bike.

XS
SM
MD
LG