Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye û Îran Dijî Serhildayên Kurd Plana Hevbeş Radigîhînin


Wezîrê Derve yê Îranê Alî Ekber Salihî û Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu li Enqerê ne

Artêşa Tirkîyê êrîşên xwe yên erdî û esmanî li dijî mîlîtanên Kurd yên li bakurê Îraqê zêde dike, li vê demê ku Enqere hewil dide ku di şerê dijî serhildayan de, piştgirîya Îran a cîran wergire.

Wezîrê Derve yê Îranê Alî Ekber Salihî îro Înîyê li Enqereyê bi hevtayê xwe yê Tirk Ahmet Davutoglu re kom bû.

Her du wezîr ragihandin ku plana wan heye ku hevkarî li dijî Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) û baska wê ya Îranî, Partîya Jîyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bikin.

Alî Ekber Salihî got, jibo her du alîyan PKK û PJAK “kêşeyên hevbeş” in û divê ew hevkarîyeke xûrt bikin.

Ahmet Davutoglu jî got, Tirkîye û Îran heta ku bi gotina wî, gefa terorîzmê bi dawî were bi hevre bixebitin.

XS
SM
MD
LG