Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qibris Hatina Duyemîn Keştiya Lêgerînan ya Tirkiyê Şeremzar Dike


Keştiya Yavuz ya Tirkiyê
Keştiya Yavuz ya Tirkiyê

Roja Duşemê Rêveberiya Qibrisê "bi tundî" Tirkiye şermezar kir piştî hinartina keştiya duyan ya lêgerîna petrol û gazan li hember peravên giravê. Qibris dibêje, ev zêdegaviyek metirsîdare li dij serweriya welatê me.

Serokatiya Qibris ji Nîqosya paytext daxuyaniyek weşand û di dibêje, şandina keştiya duyan gurkirna nakokiyane ji aliyê Tirkiyê û binpêkirinên çend carî yên Tirkiyê ne li dij serwerîya Qibrisê, ku li gur yasaya Netewên Yekgirtî û yasaya navnetewî hatiye çespandin û ev metrîsdartirîn binpêkirina serwerîya Komara Qibrisê ye.

Keştiya Yavuz, keştîya lêgerînê ya duyane ji du mehan û vir ve li nêzîk peravên Qibrisê bicî dibe, destpêka meha Gulanê keştiya bi navê "Fatih", hatbû li avên girava Qibrisê dest bi lêgerîna petrol û gazan kirbû.

Ji hejî bîrxistinê ye ku, Amerîka û welatên Ewrupa nerazîbûn li hember hatina keştiya Fatih ya Tirkiyê nîşan dabûn, lê Tirkiye dibêje, mafekê wê yê rewaye ew para Qibrisa Tirkî lêgerîna çavkaniyên enerjiyê di ava herêmî de bike.

XS
SM
MD
LG