Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye: Di Êrîşên Ser Êfrînê de 31 Leşker Hatine Kuştin


Artêşa Tirk, Yekşemê ji Enqerê di daxûyaniyekê de ragihand ku, leşkerekê wan yên din di şerê lidij şervanên Kurd de, li Bakurê Sûriyê hatiye kuştin.

Li gûr çavkanî û daxûyaniyên artêşa Tirk heta nihe 31 leşkerên wan hatine kuştin, ji dema destpêkirina operasyona leşkerî ya li dij şervanên Kurd li Sûriyê heta nihe, operasyon roja 20 meha bûrî hatbû destpêkirin, dema Enqerê sinor derbas kir bûn û êrîşî ser herêma Efrîn kir bû.

Roja Şemiyê 10î Sibatê bo Tirkiyê weke roja mirina leşkeran bû, 11 leşkerên wê hatbûn kuştin. Herwiha serokê Tirkiyê R.T. Erdogan Şemiyê di axiftineke xwe de ragihand bû ku, firokek wan ya Helikopter jî ketiye xwar.

Daxûyaniya artêşa Tirk dibêje, leşkerê ku Yekşemê hatiye kuştin, di dema şerên lidij YPG'ê de bû, yên weke Yekîneyên Parastina Gel li Sûriyê tên naskirin.

Tirkiye YPG'ê weke dirêjepêdana PKK'ê dibîne ku li Tirkiyê qedexeye û weke rêxistinek terorîst tê dîtin. Lê Amerîka dibêje YPG hevpeymanên wan yên herî bihêzin di şerê li dij DAIŞ'ê li Sûriyê, Amerîka çekî dide wan, ev bûye sedam aloziyên dinavbera Tirkiyê Amerîka de.

XS
SM
MD
LG