Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Nêzîkî Balyozxaneya Amerîkîya li Enqere Peqîneke Kujêr Qewimî


Raportên medyaya Tirk dibêjin, li dervayê Balyozxaneya Amerîkî ya li Enqerê peqînek qewimî û herî kêm 1 nobedar di encamê de hate kuştin.

Raportên zûtir didan zanîn ku 2 nobedar hatine kuştin.

Karbidestên Tirk radigihînin ku piştî peqînê 10 pisporên hawarçûnê şandine cîhê bûyerê ku hem karmendên Tirkîyê, hem jî yên Amerîkî jî li wir vêkolînên xwe didomînin.

Herwiha tê ragihandin ku piştî peqînê hemî karmendên balyozxaneyê jibo cîhekî ewle hatin veguhestin.

Polîsên Tirk parastina dora balyozxaneyê zêde kirine ku peqînên nû neqewimin.
Hêjayî gotinê ye ku gelek balyozxaneyên din li heman taxê cîh digirin.

Li sala 2008’an jî, 3 çekdar û 3 polîs di encama êrîşeke dijî Konsulxaneya Amerîkî ya li Stenbolê hatibûn kuştin.
XS
SM
MD
LG