Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyvdarê Serokatiyê: Tirkiye Nakeve Nav Axa Sûriyê


Ibrahim kalin peyvdarê Serokomarê Tirkiyê

Ajansa Reuters ji Enqerê radigehîne ku, îro roja Înê 26î sibatê, peyvdarê bi navê serokomarê Tirkiyê Recep Tayp Erdgoan gotiye Tirkiyê hîç amadekariyek nîne da ku, êrîşa serzemîn di nav axa Sûriyê de pêk bîne û got Tirkiye dê li gel hevpeymanan kar bike û li gur wan tevbigere.

Peyvdarê serokatiyê Tirkiyê Îbrahîm Kalîn di prês konferansekê de ji paytext Enqerê got" Pir caran me gotiye emê bi hevpeymanan re kar bikîn, niyet û amadekariya Tirkiyê nîn bikeve di nav axa Sûriyê de, ne Tirkiye bi serê xwe, ne jî li gel Erebistana Saduî, yan jî welatên din.

Wek tê zanîn, berîya heftiyekê karbidestên dewleta Tirk car din, dabûn eşkere kirin ku, Tirkiye naxwaze êrîşên bejahî di nav axa Sûriyê de pêk bîne.

XS
SM
MD
LG