Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îskender Kahraman Peywendîya Tirkîyê ya ligel Welatên Rojava Dinirxîne


Medya Amerîkî û cîhanî vê dawiyê rapor û nûçeyên wiha diweşînin ku têkiliyên Tirkiyê di serdema desthilata AKP û serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de, di qonaxa sarbûnê de ye.

Şirovekarên biyanî û taybetî medya Amerîkî xuya dikin ku ku îdara Qesra Spî ji tevgerên Erdogan ya şerê li Sûriyê û binpêkirina azadiya rojnamevanî û ramanên azad li Tirkiyê ne rihet e.

Xala sereke ya ku di şiroveyên siyasî de tê dîtin ew e ku Erdogan weke nêrînek dîplomasî tevnegeriya dema ji Amerîka bijara "em yan PYD" ji Koşka Spî xwestibû.

Şirovekarê siyasî li Tirkiyê, Îskender Kahraman dibêje, têkiliyên dewletan di sê qunaxan re derbas dibin, qonaxa yekê, têkiliyên baş û berjewendiyên hevbeş in, ya duyê qonaxa dayina sînyalan e, bi şêweke nerasterast dibêje sinorên xwe nas bike, qonaxa sêyê jî sarbûn û qutbûna têkiliyan e.

Kahraman dibêje niha têkiliyên Tirkiyê û welatên rojava di qunaxa duyan de derbas dibin.

Temamiya hevpeyvîna şirovekar Eskander Qehreman di fayla deng de ye.

Iskander Kahraman
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:33 0:00

XS
SM
MD
LG