Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakî li Enqere Tên Qedexekirin Û li Stenbûl Jiyanek Bitirs Berdewam Dike


Waliyê Enqere roja Sêşemê ragihand ku, hemû şêweyên çalakiyan li Enqerê bo maweyê mehekê hatin ragirtin û qedexekirin, ev biryar pêkhat piştî polîsan bi sedan di meşek protestoyî de li hember avahiyê Parlemanî jihev belavkirîn.

Meşên protestoyî li dij wan guherînên qanûnî pêk tê yên ku di çarçeva serastkirin û guherîna destûra bingehîn de, pêk tên yên ku dixwazin baladestiya serokomar Recep Tayip Erdogan zêde bikin.

Biryara Waliyê Enqere bo sedemên ewlekariyê tê vegerandin, ev biryara walî di wî çaxî de hat dema Tirkiye di rewşeke ewlekariya xerab de, derbas dibe.

Li aliyekê din ajansa Associated Press (AP) roja Sêşemê di raporek xwe de behsa rewşa Stenbûlê dike, ku ew bajarê bi ewle û her kesî ji her aliyê dinê qest dikirê, niha bajarekî bitirse û xwecihên wê bi dudilî li rewşa giştî ya bajar dinêrin.

Ethem Salli endaziyarê 41 salî ku bandora êrîşên vê dawiyê liser wî heye bo AP dide eşkera kirin ku, Stenbûl weke bajarê berê nemaye, herkes ditirse, êdî kêm kes qesta Stnebûl dikin û kar lê kêm bûye.

Ethem Salli dibêje ez hest dikim ku, êdî hikûmet nikare ewlekariyê biparêze "Niha hesta min weke ya her kesîye yên li dewrûbera me ne, dibe ku her demekî li her cihekî biserê her kesekî de biqewim e û wisa Tikiye û Stenbûl bûne cihên bitirs'.

Wek tê zanîn serê sibeya sersala nû. Êrîşek çekdarî li dij yaneyek şevê li Stenbûl pêkhat bû di encam de 39 kes hatbûn kuştin û zêdetirî 70 kes birîndar bibûn, rêxistina Îslamî ya şîdetkar (DAIŞ) ew êrîş girt bû ser xwe heta niha êrîşkar nehatiye girtin.

Ev cûrên êrîşan ne tenê li Tirkiyê û Stnebûl pêkhat bûn, li hind bajarên, Fransa Belcîka û Almaniy êrîşên weke ya Stnebûl pêkhat bûn, bi sedan kes hatin kuştin û birîndarkirin, rêxistina DAIŞ, her tim ew êrîş girtine ser xwe, lê Tirkiyê ji dervey DAIŞê çalakvanên Kurd êrîşên şîdetê encam dane û gelek kes di wan êrîşan de hatine kuştin û birîndar kirin.

XS
SM
MD
LG