Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye Dibêje Dibe Êrişî Kurdên Sûriyê Bike


Afrin
Afrin

Wezîrê berevanîya Tirkiyê Fikrî Îşik got, dibe ew operasiyona dervey sinor li dij hind herêmên Efrîn encam bidin yên ku, li jêr kontrola Kurdan dane.

Fikrî Îşik wezîrê berevanîya Tirkiyê, roja Sêşemê di axiftineka xwe da, jibo kenalê TRT'ê yê dewletê got "Leşkerê Tirkiyê dê bersivê bide her teqeke li dij axa Tirkiyê bihê avêtin".

Wezîrê berevaniya Tirkiyê ev axiftine kirin piştî seatekê ji raporên rojnamegerî yên dan zanîn ku, doh êvarê leşkerê Tirk topbarana herêmên Efrîn kiriye, yên ku, li jêr kontrola Kurdan dane.

Tirkiye dibêje şervanên Kurd li Sûriyê, yên ku, ji aliyê Amerîka ve tên piştevanî kirin, beşekin ji şervanên Kurd yên li Tikiyê şer lidijî dewlatê dikin, lê Amerîka hêzên Kurdên Sûriyê weke hêza herî bi bandor di şerê li dij DAIŞ'ê da dibîne.

Tirkiyê sala par opresiyona leşkerî di nav axa Sûriyê de emcam dabû, bajarên weke Ezaz û al-Bab bi alîkariya leşkerê Azad yê Sûriyê û grûbên Îslamî ew herêm ji destê çekdarên DAIŞ'ê deranî bûn.

XS
SM
MD
LG