Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê 3 Sazîyên Medya yên Navenda Wan li Amedê Girtin


Li protestoyeke dijî zextên ser medya, "bes e!"
Li protestoyeke dijî zextên ser medya, "bes e!"

Tîrkîyê îro Înê bi Biryarnameye Desthilata Qanûnê (KHK) 928 kes ji kar derxistin û 3 sazîyên medya girtin.

Her sê sazîyên medya, Ajansa Dihaber, Rojnameya Şûjin û Rojnameya Rojeva Medya ne û navenda wan li Amedê ye.

Bi KHK ya nû 120 akdemîsyen jî ji zanîngehan hatin derxistin.

Karên wek guherandina girtîyan bi welatên din re, bi biryarnameyê ji serokwezîrîyê derbazî serokomarîyê bû.

Tirkîyê, bi tohmeta ku peywendîya wan bi hewila darbeyê ya 206'an heye, heta niha 150,000 kes ji kar derxistin yan ji kar dûr xistin.

Leşker, polîs û karmend jî di nav de 50,000 kes hatine girtin.

XS
SM
MD
LG