Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye: Em li Bendê Ne ku Amerîka Toleyan Rake


Berdevkê Serokomarîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin dîyar kir ku piştî berdana qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson, ew li bendê ne ku Amerîka toleyên dijî Tirkîyê bi dawî bike.

Kalin, di preskonferansekê de li ser pirseke derbarê toleyan got ku ‘’Em li bendê ne ku di demeke kin de ew werin rakirin’’

Wî da zanîn ku ger tole werin rakirin ewê bo normalkirina peywendîyên Enqere û Washingtonê ‘’gaveke erênî’’ be.

Brunson, ku jiber tawanên girêdayî terorê nêzî du sal di girtîgehê de mabû, di 12’ê Cotmehê de hatibû berdan.

Jiber girtîbûna Brunson, girjîya di navbera Washington û Enqerê de gur bûbû.

Amerîka jiber rola wan ya di doza Brunson de dijî wezîrê navxweyî û yê dadê yê Tirkîyê tole ragihandibûn.

XS
SM
MD
LG