Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Rewşa Awarte Sê Mehên Din Dirêj Kir


Hemwelatîyekî Tirk li ber pêşangeha wêneyên şeva hewila darbeyê digirî
Hemwelatîyekî Tirk li ber pêşangeha wêneyên şeva hewila darbeyê digirî

Tirkîyê, Rewşa Awarte (OHAL) ya ku roja Çarşemê bi dawî dibe 3 mehên din dirêj kir.

Bernivîsa serkowezîrîyê, ku dirêjkirina OHAL’ê pêşnîyaz dikir, li meclîsa Tirk hat pejirandin û OHAL heta 19’ê Cotmeha 2017’an dirêj bû.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di 15’ê Tîrmehê de gotiibû ku ‘’têkoşîna bi terorê re çi wext biqede, ewê wê demê OHAL bi dawî bibe’’

OHAL, piştî hewila darbeyê ya 15’ê Tîrmehê, di 20’ê Tîrmeha 2016’an de hatibû ragihandin û berî niha jî 3 car hatibû dirêj kirin.

XS
SM
MD
LG