Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê Bajarvanê Cizîrê ji Kar Dûr Xist


Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê Bajarvanê Cizîrê Mehmet Zirig, ku ji Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) e, ji kar dûr xist.

Walîtîya Şirnexê ragihand ku bo Zirig, lêpirsînên ser ‘’pesindana tawan û tawanbaran’’, ‘’propagandaya rêxistina terorê’’ didome û dîyar kir ku ser ‘’endamtîya rêxistina terorî’’ jî bo wî heta 10 salan cezaya girtîgehê tê xwestin.

Walîtîyê da zanîn ku wan Zirig bo ‘’tedbîra demkî’’ ji kar dûr xistiye.

Li şûna Zirig, Qeymeqamê Cizîrê Davut Sînanoglu hat erkdar kirin.

Zirig biryara ser jikardûrxistinê li Twitterê belav kir û got ku ‘’Gelê Cizîrê dê ti car serî li ber we netewîne.’’

Wî di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de 77 ji sedê dengan sitandibû.

Heta niha 13’ê bajarvanên HDP’yî ji kar hatine dûr xistin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG