Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rexnegirên Erdogan: Biryara Dûrxistina 10 Balyozan Revîne ji Pirsgirêkên Aborî


Serokê CHPÊ KEMAL KILIÇDAROĞLU, Û Hevserokê HDPê MİTHAT SANCAR
Serokê CHPÊ KEMAL KILIÇDAROĞLU, Û Hevserokê HDPê MİTHAT SANCAR

Dijberên siyasî yên Serokomarê Tirkiyê Tayyîp Erdogan dibêjin, daxwaza wî ya dûrxistina 10 balyozên hevpaymanên rojavayî, hewildaneke jibo balê ji ser pirsgirêkên aborî bibe, yên ku Tirkiye rast hatiye, ev di demekî daye ku hêvî hene, ku proseya dûrxistinê bi cih neyê.

Erdogan roja Şemiyê gotbû, wî ferman daye ku kesên daxwaza serbest kirina Karsazê xêrxwaz Osman Kavala kirbûn weke kesên "Li welat nayên hezkirin" bihên bi nav kirin.

Lê wezareta derve heta niha ew ferman ne xisite di qonaxa praktîze kirnê de, ku eger bête cih anîn, dê bibe sedema kirîzeke herî mezin ya 19 salên desthilatdariya Erdogan li Tirkiyê.

Ev krîza dîplomasî hevdeme ligel tirsa karsazan ya daketina bihayê lîraya Tirkiyê ku daketiye asta xwe ya herî nizim piştî krîza banka navendî ku li jêr fişarên Erdogan yên başkirina aboriyê rastî şkestinê hat, ku asta sûdmendiyê li hefteya borî daketbû jêr 200 noqteyan.

Kemal Kilicdaroglu lîderê CHPê ku mezintirîn partiya opozisyonê ye li Tirkiyê got, Erdogan "Welat bilez ber bi wêrankariyê ve dibe", wî herwiha di twîtekê de got "Sedema vê tevgeriyana wî ne jibo parastina berjewendiya niştîmane, lê ew sedeman dixûlqîne bo wêrankirinê. " Kilicdaroglu dibêje.

Kavala, yê ku beşdariya wî di gelek rêxistin û çalakiyên civaka sivîl de heye û çar sale di girtîgehê daye bi tawana ku wî xwepêşandanên sala 2013ê yên Stenbul destk kirine û dest di derbeya leşkerî ya neserkeftî ya havîna sala 2016ê de heye li Tirkiyê hatiye girtin, lê Kavala her tim ev îdîaye red kirine, lê dîsan jî ew girtîye û dadgehkirina wî dom dike.

Cîgirê serok partiya IYI li Tirkiyê Yavuz Agiralioglu got, "Fîlmên weha me berê jî dîtine, divê em vegerin rojev û pirsgirêkên bingehîn yên aborîyê li vî welatî."

Erdogan helwesta balyozên daxwaza serbest kirina Kavala dabûn, bi dîplomatên çepel binav kirbûn û got ku dadweriya li Tirkiyê serbixwe ye.

Sînan Ulgen, serokê saziya ramanê (think tank Edam) ya li Stenbulê û dîplomatekî berê yê Tirk, got ku dema Erdogan ne lihevhatî bû ji ber ku pêwîstiya Tirkiyê bi siyaseteke nû ya derve heye û hêviyên xwe anîn ziman û got "Ez hêvî dikim ku Enqere tiştekî weha neke." Wî di twîterê de nivîsî û da zanîn ku berî niha tiştekî weha di anvbera hevpeymanên NATO de çênebûye.

Lê Erdogan her tim gefên ku dike bicih nayîne, di sala 2018an gefa baykotkirina madên elektronîk yên Amerîka kirbû, herwiha sala borî Tirkiyê gefa baykota malê Fransa kirbû dema ku Tirkiyê Macron bi "Ajendeya dijî Îslamê" tawanbar kirbû.

Çavkaniyekî dîplomasî diyar kir ku roja Duşemê civîna kabîneya hikûmeta Enqerê yheye, tê çaverê kirin ku ev gurkirina gefan mijar civîna wezîran be ku eger bikeve qonaxa pêkanînê dê bibe sedema krîzek kûr ya dîplomasî.

XS
SM
MD
LG