Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Hemî Bergumanên Doza Dijî DAIŞê Berdide


Dadgeheke Tirkî îro Pêncşemê biryara berdana hemî bergumanên girtî da ku gumana peywendîya wan ligel DAIŞê hebû.

Doza ku li Stenbolê berdewam dikir, doza herî girîng ya Tirkîyê bû ku dijî wê koma tundrê hatibû vekirin.

Kesên ku dihatin darizandin di jimareke operasyonên seranser Tirkîyê de, di nav çend mehên dawî de hatibûn girtin.

Hêjayî balkişandinê ye ku heta rûniştina îro ya doza dijî DAIŞê, tenê 7 ji 69 bergumanan li girtîgehê bûn. Lê, dadgehê îro biryar da ku 2 ji wan Sûrî, 5 Tirk, hemî 7 kesên girtî bêne berdan.

Di nav kesên ku hatine berdan de Halis Bayancuk jî heye ku navê wî di medya de wek “emîrê DAIŞê yê Stenbolê” dihat nasandin û bi navê Ebu Hanzala dihat zanîn.

XS
SM
MD
LG