Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fahrettîn Koca: Tevî Zêdebûna Pêketinên Korona jî Ewê Dibistan bi Ti Awayî Neyên Girtin


Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca dîyar kir ku tevî ku di demên dawî de pêketinên vîrusa korona zêde dibin jî ewê dibistanên li welêt careke din ‘’bi ti awayî’’ negirin.

Koca da zanîn ku hikûmet bo domandina perwerdeya rûbirû li ser hin rêbazan dixebite.

Tirkîyê di pandemîya COVID-19 de jimareke mehan bi awayekî onlayn perwerde domandibû û di mehên havînê de jimareke tedbîran sist kiribû û di vê mehê de jî dibistan jinûve vekiribûn.

Hikûmeta ku mamosteyan bo testa PCR û karta vaksînê kontrol dike, êdî bo hin çalakîyên gel jî destûrê dide.

Pêketinên li Tirkîyê di meha borî de rojane li bin 30,000 ma û li gor agahîyên cîhanî ew testên pozîtîf derdikevin, li navînîyê ye.

Li Tirkîyê hejmara mirinên ji vîrusa korona ya di vê mehê de heta 250’î rabûbû hêdî hêdi dadikeve û rêjeya karanîna vaksînê li gor welatên mîna wê hîn bilind e.

Koca da zanîn ji destpêka vebûna dibistanan vir ve yek ji çar pêketinên vîrusa korona ya kesên heta 17 salî ye, lê got ku pêşekî ya wan bi her awayeî dersa rûbirû ye.

‘’Min gotibû emê îsal bi her awayî dibistanan vekirî bihêlin. Dibistan divê ne cîhê di dawîyê de were girtin b, divê ew bi ti awayî neyê girtin.’’ Koca got.

Koca da zanîn ku rêvebirîya Enqerê bo pewerdeya rûbirû ji dersên di dawîya hefteyê de jî di nav de ser hin rêbazan dixebite.

Heta niha 52 ji sedê welatîyên Tirkîyê du dozên vaksînê li xwe dane.

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) vîrusa korona li Tirkîyê pirtir ji 63,000 kes kuştine.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG