Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rikeberîya Tirkîyê Jiber Aborîya Xirab Erdogan Tawanbar Dike


Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, berî civîna partîya ji rojnamevanan re axifî.

Kiliçdaroglu, ser kêşeya aborî ya li Tirkîyê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û desthilata sîyasî tawanbar kir.

‘’Kesên ku ji pereyên heram qencîyan hêvî dikin ma dikarin berjewendîyên komarê biparêzin? Ew qaşo dibêjin em Misilman in jî.’’ Kiliçdaroglu got.

Kiliçdaroglu dîyar kir ku Erdogan gotiye ku Serokê CHP’ê bi baronên dovîzê re hevkarîyê dike, lê ger Erdogan vê yekê îspat bike ewê bi xwe karvekişîna xwe bide.

Kiliçdaroglu da zanîn ku jiber aborîya xirab li Tirkîyê hilbijartiya pêşwext çêbûye û piştre jî rastî derketîye holê.

Serokê CHP’ê da zanîn ku ti peywendîya aborîya xirab û girtîbûna qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson bi hev re tune.

Brunson ji Cotmeha 2016’an vir ve li Tirkîyê girtî ye û Amerîka jiber azadnebûna wî dijî Tirkîyê tole ragihandibûn.

XS
SM
MD
LG