Tirkîyê îro Sêşemê careke din dîyar kir ku ew piştgirîya xwe ya bo Azerbeycanê didomîne û bang li Ermenistanê kir ku "provakasyonên xwe rawestîne".
Tirkîyê ev daxuyanî piştî ku pevçûn di navbera Azerbeycan û Ermenistanê doh pevçûn derketin, ku şerê bi dehan salan jinûve destpê kir.
Wezaretê Berevanîyê ya Tirkîyê îro ragihand ku wezîr Hulusî Akar bi hevtayê xwe ya Azerbaycanî Zakir Hasanov re ser rewşê hevdîtineke pêk anîye.
Akar di daxuyanîya wezareta berevanîyê da behsa "helwesta êrîşkar û kiryarên provokatîf yên Ermenîstanê" kir.
Ajansên nûçeyan yên Rûsî îro ragihandin ku pevçûn bi herema Nagorno-Karabaxê ve girêdayî ye, ku Azerbaycanê di şerekî şeş hefteyî de ya di 2020’an de jinûve kontrola xwe ya tam bi dest xist.
Bakû û Êrîvanê jiber jinûve destpêkirina pevçênan hevdu tawanbar dikin.
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu jî îro dîyar kir ku pêwendiyên Enqere û Ermenistanê ji pêwendiyên Êrîvan û Bakûyê ne serbixwe ne.
Mevlut Çavuşoglu herwiha ragihand ku wî bi wezîrê derve yê Azerbaycanê Ceyhun Bayramov re jî ser vê mijarê axifîye.
"Divê Ermenistan dev ji provokasyonên xwe berde û giranîyê bide danûstandinên aştiyê û hevkarîya bi Azerbaycanê re," Çavuşoglu got.
Hejayê gotinê ye ku hêzên Tirkîye û Azerbaycanê ji şerê 2020’an vir ve rahenanên leşkerî yên hevbeş dar dixin, da ku hevxebata xwe ya şer xurttir bikin.
Tirkîye cîranê her du welatan e, lê hevalbendeke nêz ya Azerbeycanê ye û di sala 2020’an de piştgirî da derxistina hêzên Ermenî yên etnîkî ji Qerebaxê, tevî peydakirina dronên çekdar.